Vlorë: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 1:
'''Vlorë''' sêyem bajarê herî mezin ê Komara Albanyayê ye û navenda wîlayeta Vlorë û Şaredariya Vlorë ye. Vlorë bajareke li başûrê rojavayê Albanyayê ye. Bajêr li ser Kendava Vlorayê berfireh dibe û li qûntarên Çiyayên Ceraunian û li ser peravên Deryaya Adriyatîk û Deryaya Îyonî hatiye avakirin. Vlorë xwedî avhewaya [[Deryaya Navîn]] e ku ji Çiyayên Ceraunian û ji Deryaya Navîn hatiye bibandor kirin.
 
Qada deryayî ya Vlorê yek ji wan deverên îlîrî bû ku ji sedsalên 11 û 10ên {{bz}} dest pê kiriye ku ciwareke pêş-bajarî ye. Herêm ji aliyê Yewnaniyên Kevnare ve hatiye kolonîzekirin. Li cihê bender-bajarokek mezin a kelehî heye ku ji sedsala 6ê {{bz}} heya sedsala 2ê {{pz}} mirovan lê jiyan kirine. Ev devera ku bi qismî maye di bin avê de li Bendera Triportê ya îro ye ku niha li bakurê rojavayê Vlorëyê ye. Li vê benderê herê kêm ji serdema arkaîk heya serdema navîn xebatên bendergehiyê hatiye kirin. Tê texmînkirin ku veguheztina bajarê kevnar ji cihê Triportê berbi cohê Vlorë ya nûjen ve berfireh bûye. Navenda bajarê nûjen bermahiyên arkeolojîk ên ji kevnariya dereng vedihewîne. Aulon a ku bajarê nûjen navê xwe jê wergirtiye di çavkaniyên dîrokî de ji sedsala 2ê {{pz}} dest pê dike. Bajêr di dîrokê de di demên cuda de ji aliyê Romayiyan, Bîzansiyan, Normanan, Venedikan û Osmaniyan ve hatiye dagirkirin.