Here naverokê

Xerzan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Guhartoya 08:22, 29 tîrmeh 2024 ya ji aliyê Balyozbot (gotûbêj | beşdarî) (Bot: Paqijiyên kozmetîk (+{{Şitil}}, Binê standard kir, --Valahiyên nehewce.)) ve
(cudahî) ← Guhartoya kevintir | Guhartoya niha (cudahî) | Guhartoya nûtir → (cudahî)

Xerzan him navê rûbarekê, him navê herêmekê û him jî navê xelkê li herêma Xerzan rûdinin e. Herêm wek deşta Xerzan tê nasîn. Herema Xerzan jî dibe du heremok. 1.Heremoka Babosî (Ev heremok ji herema Xerzan cihê çiyan re tê gotin) 2.Heremoka Reşkota(Deştî) Ev deşt gelekî fireh û dirêj e, li bakurê Kurdistanê ye, girêdayê bi navçeya Misircê (Kurtalan) û parêzgeha Sêrtê ve ye. Piraniya deştê di destê êla Pencînaran de ye. Rojhilata deşta Xerzan, çiyayê Gurdilan e, bakûr çiyarêza Hezo û Sasûnê ye, ji aliyê rojavayê ve herêma Reşkotan û çemê Xerzan e, ji aliyê başûr ve jî deşta Apikan û herêma eşîra Elikan e.

Peşiya îslamê de bajarek di nava deştê hebûye bi navê Erzen. Pişti ereb hatin herêmê ji vir re Xerzan hatiye gotin. Xerzan navê rûbareke jî.

Xwarinên herêma Xerzanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]