Here naverokê

Pûl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Guhartoya 18:11, 4 nîsan 2011 ya ji aliyê WikitanvirBot (gotûbêj | beşdarî) (r2.7.1) (robot serzêde kirin: gu:ટપાલ ટિકિટ) ve
Yekemîn pûlê cîhanê ev pûlê bi navê "Penny Black" bû, di sala 1840'î de li Îngiltereyê derket.
Yekemîn pûlê Kurdistanê di sala 1923'an de derket.
Albûmeke pûlên postayê

Pûlê postayê an pûl an pol an jî pîl, perçeyeke kaxizî ya çargoşe û biçûk e, li ser aliyekî wê wêne û nivîs neqişandî ne, wekî giroveyeke fermî li belgenameyan û zerfên nameyan didin.

Pûlê pêşîn ê cîhanê di sala 1840'î de li Îngiltereyê derketiye. Li Kurdistanê jî di sala 1923'an de hikûmeta Şêx Mehmûdê Berzencî pûlê xwe yê pêşîn derxist.

Pûlên postayê, bi taybetî yên kevn, dihên berhevkirin û ji berhevkirina pûlan re dibêjin fîlatelî û ji berhevkarên pûlan re jî fîlatelîst.

Çavkanî