Here naverokê

Navê min Sor e (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Guhartoya 13:23, 21 çiriya pêşîn 2012 ya ji aliyê MerlIwBot (gotûbêj | beşdarî) (robot zêdekirin:hu:A nevem: Piros) ve

Navê min Sor e romaneka Orhan Pamukî, xwedîye xelata Nobela edebîyatêya 2006an, ye ko ji alî yê Mustafa Aydoganî ve bo ser zimanê Kurdî hatiye wergerandin. Romanê li sala 2003'ê xelata navdara International IMPAC Dublin Literary Award û xelata Fransî ya Prix du meilleur livre étranger û li sala 2002'ê jî xelata Îtalyayî ya Premio Grinzane Cavour wergirtin.

Kesatî yê serekî di romanê da mînyatûrîstekê Osmanî ye. Kitêb li ser kuştina nîgarkereî ye û Orhan bi awayekê paşmodernane li ser babetî dinivîsit. Orhan felsefe, evînî û sihrê têkhil dikit û bi vegêrana neh rojên befrî yên zivistana sala 1591'ê pencereyekê li hukmê Sultan Miradê Sêyê vedikit.