Here naverokê

Bîracik

(Ji Bêrecûk hat beralîkirin)
Bîracik
Birecik
Navçeya Bîracikê
Bîracik li ser nexşeya Riha nîşan dide
Bîracik
Bîracik
Bîracik li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Bîracik
Bîracik
Koordînat: 37°1′30″Bk 37°58′38″Rh / 37.02500°Bk 37.97722°Rh / 37.02500; 37.97722
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehRiha (parêzgeh)
SerbajarBîracik
Hejmara bajarokan3 bajarok
Hejmara gundan69 gund
Qada rûerdê
 • Giştî852 km2 (329 sq mi)
Bilindahî
350 m (1150 ft)
Nifûs
 (2014)
92.355[1][2]
 • Berbelavî103,4/km2 (268/sq mi)
 • Serbajar
 (2009)
47.034
Koda postayê
63400
Koda telefonê(+90) 414
Map
biguhêreBelge

Bîracik (1928: بیره‌جك[3] (Bîrecik) an Bêrecûk, bi tirkî: Birecik; bi suryaniya klasîk: Birtha; bi yewnanî: Makedonopolîs), navçeyeke bi ser parêzgeha Rihayê ve ye ku li ser perav a Çemê Firatê hatiye avakirin. Rûbera navçeyê 912 km² ye û li gorî daneyên sala 2023an nifûsa navçeyê 93.866 kes e.

Bîracik li kênara behra Ferêt radiweste û li ser rêya Dîlok û Rihayê ye. Bîracik xwediyê bendavekê ye jî. Navê wê Bendava Bîracikê ye. Ev bendav bajarê antîk ê bi navê Zeugma (Belkis) daqultand[4].

Taybetmendiyeke Bîracikê ev e ku bajar weke axa kêlhenekan tê nasîn. Di hemî dunê de kêlhnek bi tenê li vir û li Sûriyê jiyaneke xwezayî/wehşî derbas dikin.[5]. Tê gotin ku kelhênek berê ji aliyê gel ve weke çûkeke pîroz dihat qebûlkirin û lewmane jî dihat parastin. Lê belê ji sedsala 20an ve heta îro kelhênek bi tunebûnê re rû bi rû maye.

Bendava Bîracikê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Bendava Bîracikê

Bendava Bîracikê ku perçeyeke projeya GAP'ê ye ji bajêr 9 km dûr e û di sala 1999an de, gava lêkirina bendavê hatibû qedandin, bi bilindbûna ava çemê Ferêt bajarê kevnar ê romayî Zeugma daqultand. Çend mozaîkên ku hatin xelaskirin li Bîracikê, lê yên herî bi nav û deng jî li Dîlokê di Muzeya Mozaîkên Zeugmayê de peyda ne, wek mozaîka xwedayê çemê Acheloos.

 Gotara bingehîn: Keleha Bîracikê

Kela bajêr ku weke 'Kela Spî' (bi erebî: Qal'at ul-Baydha, bi tirkî: Beyaz Kale) tê bi nav kirin û li rojhilata ava Ferêt li ser qotekê hatiye damezirandin ji aliyê kê ve hatiye avakirin naye zanîn. Piştî romayiyên ku ji sala 30 B. Z. heta 395 P. Z. li Birthayê hikm kirin, xaçperestan ev der ji sala 1098'an heta 1150'an xistin bin bandora xwe û li pey wan memlûkan ji 1277 heta 1484 li vir xwe bi cih kirin. Kela ku li herêmê weke keleke nayê fethkirin dihat nasîn çend caran ji ber erdhejê xesar dît. Li gorî çavkaniyeke dîrokî kel di sedsala 13'mîn de cara ewil li ser daxwaza az-Zahîr Ghazî, hikmdarê Helebê, hate restorekirin.

Bîracik bi mîrasa xwe ya zelal a mîmarî  endamê rêxistina norwêcî ya bi navê European Association of Historic Towns (EAHTR) e.

Bajarê Bîracikê li qiraxa Firatê hatiye avakirin, lewma bandora mezin a avê li der û dora bajar û xwezayê re heye. Ji bilî kenarên Ferêt, bajar ji aliyê deşt û çolan ve dorpêçkirî ye. Di erdnîgariya nebatan de, deşt û çol deverek daristanî ye, ku tê de cureyên nebatên giyayî yên salane an jî pir salane û binehişk mezin dibin. Li deşt û çolan, cudahiya germahiya di nava roj û şevê û ya di nava demsalan de pir mezin e. Cureyên serdest ên li deştan bi gelemperî hin cureyên riwekên giya ne. Deşt û çolên li herêmê bi taybetmendîyên "deşta xwezayê ya siruştî" tên binavkirin.

Digel ku ew yekreng xuya dikin jî, deşt û çolên herêmê bi dîroka xwe ya jeolojîk, ax û formên xwe yên zevî, warên jiyanê yên kêm û pir cihêreng in. Piraniya cureyên ajalên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê di bin xetereyê de ne, xwecihiya zozanan e. Sedemên tinebûna van ajalan veguherîna deştên siruştî bo qadên çandiniyê, bikaranîna jehra çandiniyê, şivaniya zêde û nêçîra bêkontrol e.

Bîracik ji ber cihê xwe yê erdnîgarî yek ji navçeyên herêmê ye ku herî nêzîkî Sûriyê ye. Ji ber vê sedemê, nebat ji hêla ekosîstema deşt û çolan ve serdest e. Deştên Bîrecîkê li herêmên ji çemê Firatê û pêşketinê dûr in. Gelek ajalên kovî li deştan têne dîtin. Piraniya van mexlûqan bi taybetî bi şev çalak in, ji ber ku ew xwe bi ekosîstema çolê adapte kirine. Ji ber ku nêçîr qedexe ye û ew cure di bin tehlûkeya tunebûnê de ne, cihên van cureyan - wek keftarê bi xêz , çîqê guhdirêj yê çolê, mişkê Ferêt, pezmijoka çol û deştan û yên din) li ser nexşeyan nayên nîşandan.

Welatê kelhênekan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Kêlhenek
Kêlhenek, sinbula Bîracikê

Heta demeke dirêj li Bîracikê populasyona herî dawî ya xwezayî ya kêlhenekan (Geronticus eremita) hebû. Ew bajar hê jî weke welatê kelhênekan tê nasîn. Mixabin jmara vê çûkê li ber tehlûkeya tunebûnê ye. Hêjayî gotinê ye ku di sala 2002'an de populasyoneke din a xwezayî li Sûriye hate dîtin. Îro neslê kelhênekê di bin parastinê de ye û ji bo ku jimara wan zêdetir bibe, li Bîracikê navendeke hilberîn û mezinkirina kelhênekan hate damezirandin. Ev navend li dinyayê bêhempa ye.

Ev çûk di pirtûka pîroz a xirîstiyanan de wek çûkeke pîroz derbas dibe. Li gorî vê yekê, kelhênekekê piştî dawiya selava mezin ji keştiya pêxember Nuh re rê nîşan daye û wan ji çiyayê Araratê aniye ber kenarên çemê Feratê, li şûna ku pêxember Nuh bi malbata xwe re xwe bi cih kiriye. Lewra xirîstiyanên Birthayê kelhênekê weke ajaleke pîroz didîtin, ew diparastin û her sal carekê ew bi mihrîcanên bi coş pîroz dikirin.

Di sala 2005an de hejmara Bîracik 46.238 bû. Bi piranî kurd tê de dijîn û gel bi piranî misilman in, lê heta destpêka Şerê Cihanê yê yekem ji sedî 20 a hejmarê xiristiyan (ermenî) bûn. Heta sala 1980an de gelek kurdên êzîdî tê de dijiyan û Bîracik weke navendeke êzîdên bakûr dihat nasîn[6].

Bûyera Mehmet Begît

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dîroka bajêr de cara yekem di hilbijartinên herêmî yên nîsana 2024an de namzetên partiya kurd bi navê DEM Partiyê weke hevşaredar hatin hilbijartin. Li gorî encamên fermî hevşaredar Berivan Ilkay Manaz û Mehmet Begît ji %54 dengan bidest xistin, ku encamek pir zelal bû: Duyemîn encama herî baş namzedê partiya AKPê bi %28 bi dest xistibû.

Tenê çend roj piştî hilbijartinan Mehmet Begît ji Partiya DEMê îstîfa kir, ku ji aliyê dengdêran ve wek derbeyeke siyasî hate dîtin. Ev rûdan rewşa qeyûman anî bîra gel û hilbijêr hest bi îxanetê kirin. Partiya DEM nerazîbûna xwe nîşan da û got ku biryara Begît ji ya qeyûman ne cûda ye. Li tevahiya bajêr hilbijêrên partiya DEMê nerazîbûna xwe anîn ziman û bi meşên protestoyê îstîfaya Begît û rêzgirtin ji îradea gel xwestin.[7]

Di êvara 07ê gulanê 2024an de 14 gule li avahiya navçeya Bîracîkê ya Partiya DEMê hatin reşandin. Halîl Begît, ku birayê Mehmet Begît e, di 9ê gulanê de ji ber êrîşa çekdarî hat girtin.[8]

Begît wek bersiv derbasî pêşî kamerayê bû, heqaret li endamên meclîsa şaredariyê kir û got ewê wek kesek serbixwe şaredar bimîne. Di tebaxê 2024an de Begît tevlîbûna xwe ya bo AKPê bi awayeke fermî ragihand.[9]

  1. ^ http://www.nufusu.com/il/sanliurfa-nufusu
  2. ^ tuik, 2009
  3. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  4. ^ Dartmouth Flood Observatory - Der Birecik-Damm, ji orîjînalê di 4 hezîran 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 kanûna pêşîn 2009
  5. ^ Die Waldrapp-Kolonie am oberen Euphrat, Journal of Ornithology 2005, pdf 873 kb[girêdan daimî miriye]
  6. ^ Gernot Wießner: „ … in das tötende Licht einer fremden Welt gewandert” In: Robin Schneider (Hrsg.): Die kurdischen Yezidi. Ein Volk auf dem Weg in den Untergang. Pogrom 110. Gesellschaft für Bedrohte Völker, Göttingen 1984. ISBN 3-922197-14-0; S. 31–46 Online als pdf
  7. ^ "Seçim Sonuçları - 2024 Yerel Seçim Sonuçları | NTV Haber". secim.ntv.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 îlon 2024.
  8. ^ English, Duvar (5 îlon 2024). "Mayor's brother arrested in relation to gun attack against DEM Party's building". https://www.duvarenglish.com/mayors-brother-arrested-in-relation-to-gun-attack-against-dem-partys-building-news-64319 (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 îlon 2024. {{cite web}}: Di |malper= de lînkeke derve heye (alîkarî)
  9. ^ "Birecik Belediye Başkanı Begit'in AKP'ye geçişi istifa getirdi". Artı Gerçek (bi tirkî). 15 tebax 2024. Roja gihiştinê 16 îlon 2024.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]