Here naverokê

afet

Ji Wîkîferhengê
Guhartoya 21:54, 2 kanûna pêşîn 2023 ya ji aliyê Balyozbot (gotûbêj | beşdarî) (sererastkirina jêderên klasîk) ve

Bilêvkirin

  •  IPA(kilîd): /ɑːˈfɛt/
  • Jihevqetandin: a‧fet
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî afet afet
Îzafe afeta afetên
Çemandî afetê afetan
Nîşandera çemandî afetê wan afetan
Bangkirin afetê afetino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî afetek afetin
Îzafe afeteke afetine
Çemandî afetekê afetinan

afet

  1. Bela, karesat, bobelat, asîw, gerûşe.
    • Ji taqetê bîmar bûyî
      Ji kuhneyê pur afetê
      Ji kuhneyê lêv şorbûyî
       — (Feqiyê Teyran, )

Bi alfabeyên din

Herwiha

Etîmolojî

Deyn ji erebî آفَة(ʾāfa).

Bi zaravayên din

Werger

afet

  1. Bobelat, karesat, asîw, gerûşe, afet.
  2. Qiran, qir.
  3. Afat, pir xerab, pir nepak.
  4. Malxerab.