Here naverokê

Êzdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Êzdî
  • Ethnoreligious group Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletIraq, Sûrî, Tirkiye, Ermenistan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nifûs1.000.000 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Êzdî gel û komek dînî ya kurdîaxêv[1] û endogam[2][3] ên Kurdistanê ne. Welatê wan ê bi navê Êzîdxan îro di nava dewletên Iraq, Sûrî, Tirkiye û Îran belav e.[4][5] Piraniya êzîdiyên ku li Rojhilata Navîn mane li Iraqê dijîn, di serî de li parêzgehên Nînewa û Dihokê.[6]

Hinek ezîdî xwe wek kurd dibînin, hinek jî xwe wek komeke serbixwe ya etnîkî dihesibînin.[7] Îro li Ermenistanê êzdî wek kome etnîkî ya serbixwe têne naskirin.[8] Neteweyên Yekbûyî jî êzîdiyan wek komeke etnîkî ya serbixwe qebûl dikin. Îro Êzidî ji ber koçberiya ber bi li welatên din li çar aliyê cîhanê belav bûne. Ji ber çewsandinê ya di sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de gelek êzdî reviyan Ermenistan û Gurcistanê.[9] Êzîdiyên Almanyayê, bi texmîna 200,000 endaman (2017)[10][11], heta niha mezintirîn dîasporaya êzîdî ne.[12]

Êzdîtî oleke yekxwedayî ye, ku xwe dispêre kevneşopiyên devkî. Mirov tenê bi rêya jidayikbûna ji dêûbavên êzdî - bi rêya endogamiyê - dikare bibe êzdî. Li gorî rêbaza zewacê, zewaca di navbera kesek êzdî û ne-êzdî dibe sedema dûrketina ji civakê.[13] Di navenda baweriya êzdîtiyê de Tawisê Melek, Şêx Adî ibn Musafir (1073-1163) û heft sir hene. Gora Şêx Adî li deşta Lalişê perestgeha sereke ya êzdiyan e û mebesta hecê ya salane ya payîzê ye.

Îxtîmal heye ku ji ber nezanî û nefêmkirinê, çîrokên neyînî yên derbarê êzdîtî û Tawisê Melek de ji aliyê kesên ji baweriyên din ve hatine belavkirin. Ji ber vê yekê di dîrokê de gelek êrîş û komkujî li hemberî civaka êzdiyan pêk hatine. Wek mînak, êzîdî ji tebaxê 2014an vir ve dîsa bûne qurbaniyên komkujiya li dijî êzdiyan.[14][15]

  1. ^ Foundation, Encyclopaedia Iranica. "Welcome to Encyclopaedia Iranica". iranicaonline.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 20 îlon 2024.
  2. ^ Açikyildiz, Birgül (23 kanûna pêşîn 2014). The Yezidis: The History of a Community, Culture and Religion (bi îngilîzî). I.B.Tauris. ISBN 978-0-85772-061-0.
  3. ^ Gidda, Mirren (8 tebax 2014). "Everything You Need to Know About the Yazidis". TIME (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 îlon 2024.
  4. ^ Grigoriev, Stanislav; Pirbari, Dimitri. Holy Lalish, 2008 (Ezidian temple Lalish in Iraqi Kurdistan).
  5. ^ Fuccaro, Nelida (1999). The other Kurds: Yazidis in colonial Iraq. Library of modern Middle East studies. London: I.B. Tauris. ISBN 978-1-86064-170-1.
  6. ^ "Iraq's disputed territories: A view of the political horizon and implications for u.s. policy" (PDF). Ethz.ch. 2011. Roja gihiştinê 20 îlon 2024. {{cite web}}: di |sernav= de di cihê 61 de line feed character heye (alîkarî)CS1 maint: url-status (lînk)
  7. ^ "Humanitarian aid workers' knowledge of minority cultures in Iraqi Kurdistan" (PDF). Jhumanitarianaction.springeropen.com. 2018. Roja gihiştinê 21 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  8. ^ "The Ethnic Minorities of Armenia" (PDF). Minorities-network.org. 2002. Roja gihiştinê 21 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  9. ^ Ménant, Joachim (1892). Les Yézidiz; épisodes de l'histoire des adorateurs du diable. Robarts - University of Toronto. Paris E. Leroux.
  10. ^ deutschlandfunk.de (26 kanûna paşîn 2017). "Gründung eines Bundesverbandes - Jesiden in Deutschland organisieren sich". Deutschlandfunk (bi almanî). Roja gihiştinê 21 îlon 2024.
  11. ^ "Mir Tahsin Said Beg: Oberhaupt der Jesiden stirbt im deutschen Exil - WELT". DIE WELT (bi almanî). Roja gihiştinê 21 îlon 2024.
  12. ^ "Mitgliederzahlen: Yezidentum - REMID" (bi almanî). 14 îlon 2024. Roja gihiştinê 21 îlon 2024.
  13. ^ Allison, Christine (2001). The Yezidi Oral Tradition in Iraqi Kurdistan (bi îngilîzî). Psychology Press. ISBN 978-0-7007-1397-4.
  14. ^ "Statement by the Commission of Inquiry on Syria on the second anniversary of 3 August 2014 attack by ISIS of the Yazidis". Ohchr.org. 3 tebax 2016. Ji orîjînalê di 17 tebax 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 îlon 2024.
  15. ^ "IS-Dschihadisten prahlen mit Versklavung von Jesiden - WELT". DIE WELT (bi almanî). Roja gihiştinê 20 îlon 2024.